PeyamaKurd – Hat ragihandin ku encama êrîşên Îsraîlê yên li ser hin cihên derdora bajarê Dêrezorê de, 2 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûn.
Li gor çavkaniyeke leşkerî ji ajansa “SANA” re diyar kiriye, şeva borî 10/2/2023 di saet 23.50î de, Îsraîlê êrîşeke esmanî bir ser çend çeperên hêzên Sûriyê yên çekdar ên li derdora bajarê Dêrezorê.
Herwiha eşkere kiriye, di encama vê êrîşê de, 2 leşker birîndar bûne û ziyanên madî jî hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî destnîşan kiriye, tabûra radarê ya li serê Çiyayê Hirabiş ê li gundewarê Dêrezorê ji aliyê firokeyan ve hat armanckirin û teqînên bihêz tê de rû dan.
Herwiha li gorî zanyariyên Rewangehê, hêzên asmanî yên rejîma Sûriyê û milîsên alîgirên Îranê, di nava tabûrê de bicih dibin.