image

PeyamaKurd- Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê, bayê guhertinê di nav partiyênopozîsyonê de berdewam dike. Hevserokên Giştî yên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî ragihand ku ew ê ji bo hevserokatiyê nebin namzed.

Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, di televîzyona Medya Haberê de diyar kir ku di kongreya HDPê ya ku dê di mehên pêş de bê lidarxistin de careke din nebin namzed.

Buldan û Sancar diyar kir ku divê di civîn û konferansên ku dê heta kongreyê bidome de hesabê têkçûna hilbijartinê bidin û partiyê bigihînin kongreyê û gotin ku ew ê erka xwe radestî kongreyê bikin.

Pervîn Buldan, li ser hilbijartinan jî axivî û got, "Me dît ku em nikarin pêvajoya kampanyayê bi awayekî baş bi rê ve bibin. Em nikarîn bikevin derdorên li derveyî xwe, em mezin nebûn. Di nav beşên cuda de kêmasiya me hebûn. Mînak; Nûnertiya Ermenî, Êzidî û astengdaran kêmasiyên girîng in."

Sancar jî li aliyê din got, "Wekî Partiya Çep a Keskan, em nikarîn bigihîjin rêjeya dengên ku dixwestin. Di vî warî de em xwe neserkeftî dibînin, lê tu têkçûn nîn e. Ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk, her tiştî kirin. Têketina hilbijartinê bi serê xwe rewşeke girîng e. Me ew şikand, em ketin hilbijartinê."

"Ne rast e ku mirov li neyeta Demîrtaş bikole"

Mîthat Sancar, daxuyaniyên Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahadîn Demîrtaş jî wiha nirxand:

"Demîrtaş, heval û rêhevalekî gelek bi nirx e. Ji ber vê jî lêhûrbûna neyeta wî, ne tiştekî ku em rast dibînin e. Ji xeynî fikarên Demîrtaş, tu faktorek din nirxand. Em çawa dikarin bi hemû hevalan re partiya xwe xurt bikin. Me serdana Demîrtaş kir.”