image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeka Wezareta Xezîneya Amerîkayê di navbera rojên 22-24ê Hezîranê de, serdana Tirkiyê kiriye û li Stenbolê li ser mijara şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin û dorpêçan gotûbêj pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneya Amerîkayê, di serdanê de bi aliyê Tirk re, wek hevpeymana NATOyê li ser têkoşîna dijî fînansmana terorê û sepandina dorpêçên piralî bi ser Rûsyayê de hatine gotûbêjkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku aliyan piştrast kiriye, Tirkiye wek bihuşta fînansmana derveyî yasayan bikar neyînin û yekparebûna sektora bankevaniyê were parastin.

Hêjayî gotinê ye, di nav welatên hevpeymanên NATOyê de, tenê Tirkiyê dorpêçên aborî û leşkerî bi ser Rûsyayê de nesepandine ku pêwendiyên xwe yên aborî bi aliyê rûs re berdewam dike.