image

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku şandeke leşkerî ya Tirkiyeyê, ji bo hevdîtinên bazara balafirên şer ên F-16, derbasî Amerîkayê bûye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku şanda leşkerî, ji bo hevdîtinên cara sêyemîn ên bazara F-16, derbasî Amerîkayê bûye û dê li Washingtonê ligel rayedarên leşkerî yên Amerîkayê hevdîtinan bikin.

Ji aliyê rayedarên wezaretê ve hat gotin ku “Bi armanca ku balafirên F-16 di zûtirîn demê de werin bidestxistin û yên heyî werin nûjenkirin, li ser vexwendina rayedarên Amerîkayê, şanda teknîkî ya Wezareta Berevaniyê, çûye Amerîkayê.”

Di meha îlonê ya borî de jî ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve ji bo 40 heb balafirên nû yên F-16 werin kirîn û ji bo nûjenkirina 79 balafirên şer ên F-16, ji Amerîkayê re nameyeke fermî hatibû şandin.