image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya bi serokatiya Îlham Ehmed diçe Rûsyayê û bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re dicive.

Hatiye zanîn ku babeta sereke ya hevdîtinên MSDê li Moskowê êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirên wê li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û deverên deshilata wê ye û wê daxwaz ji Rûsyayê bê kirin li ber wan gef û êrîşan were girtin.

Herwiha  xaleke din a danûstandinan jî navbeynkariya Moskowê ye, di navbera MSDê û hikûmeta Şamê de, daku hevnêzîkirinek pêk bê.

Îlham Ehmed çend roj berê gotibû, ku wan pêşniyareke Rûsî derbarê derbasbûna 3 hezar leşkerên hikûmeta Sûriyê ji bo nav bajarê Kobaniyê red kiriye û tê çaverêkirin, di vê serdanê de şanda MSDê, nerînên Rûsyayê derbarê wan mijaran de bibihîze.

Hêjayî gotinê ye, ev serdan di demeke ku nûnerên Amerîkî bi berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê û Rêveberiya Xweser re dicivin û sozên berdewamiya piştevaniyê ji bo aramiya deverê didin pêk tê. Hevdem çend roj berê bi mijara Sûriyê civînek di navbera Rûsya û Amerîkayê de, civînek hatibû lidarxistin.

Lavrov di konferanseke rojnamevanî de gotibû, ew amade ne mafên Kurdan di destûra Sûriyê de bicih bikin û divê Kurd hest bikin ku ew beşek ji Sûriyê ne. Herwiha Lavrov Amerîka bi wê yekê tohmetbar kiribû ku ew piştgiriya cudaxwaziya Kurdan ji Sûriyê dike.