image

PeyamaKurd - Wezîrên Teşkîlata Hevkariyê ya Yekîtiya Îslamî û Ereban piştî Çînê ji bo nirxandina rewşa li Xezzeyê sibê di 22'ê Berfembarê de diçin Moskov a paytextê Rûsyayê. 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov amadekariyan ji bo pêşwaziya şanda Wezîrên Ereban dike ku serokatiya şandê Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Fysalbin Ferhan bîn Abdûlah dike.  

Tê çaverêkirin ku di lutkeya wezîran de, tawanên ku li Xezzeyê rûdane, ji bo ragihandine agirbestê û vekirina korîdora alîkariyan ku bigihên Xezzeyê bên nirxandin û gengeşî kirin. 

Wezîrên Teşkîlata Hevkariyê ya Yekîtiya Îslamî û Ereban, dûhî, di 20ê Berembarê de, bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî re hevdîtin kiribûn.