image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 14ê Cotmehê şandeke bilind a Tevgera Talibana deshilatdara nû ya Afganistanê serdana Tirkiyê dike û li Enqerê bi berpirsên Tirkiyê re hevdîtinan pêk tîne.

Hat zanîn ku şanda Talîbanê bi seroktiya Wekîlê Wezîrê Derve yê Afganistanê Emîn Xan Mutteqî vê serdana yekem a piştî hatina ser deshilatê dike.

Çalakvanê Afganî Muhammed Celal, li ser Twitterê ragihandiye: “Şandeke bilind a IEAyê (Mîrnişîna Îslamî ya Efxanistanê) bi serokatiya Wekîlê Wezîrê Derve yê Efxanistanê Emîr Xan Mutteqî (Amir Khan Muttaqi) îro çû Tirkiyê.”

Serdan ji aliyê çavkaniyên hikûmeta Tirkiyê ve jî hat piştrastkirin, lê derbarê naveroka hevdîtinan de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, ew dixwazin ligel Talîbanê pêwendiyan bikin daku hikûmeteke berfireh a giştgir bê avakirin û pêşniyara xwe ya bo birêvebirina balafirfeha Kabûlê jî berê anîbû ziman.