image

PeyamaKurd – Hat ragihandina şandên herdu welatên Rûsya û Ukraynayê ku di şer de ne, li Îmarata Yekbûyî ya Erebî hatin ba hev.

Li gorî zanyariyan şandên herdu welatan hefteya borî li ser mijara pevguhertina dîlên şer civiyane.

Reutersê bi zarê sê çavkaniyan ragihandiye ku di hevdîtina şandên Rûsya û Ukraynayê de, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî nehatiye kirin, lê ew hevdîtin bi navbeynkariya Îmaratê hatiye kirin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku hevdîtina şandan li Ebû Dabiyê 17ê Mijdarê pêk hatiye û mijarên pevguhertina dîlan û hinardeya zibilê çandiniyê hatine gotûbêjkirin, lê derbarê pêşveçûna hevdîtinan de ti agahî nehatine belavkirin.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê Rûsya û Ukraynayê her yek ji wan 35 dîlên şer azad kiribûn û radestî hev kiribûn.