image

PeyamaKurd- Serokwezîra Almanyayê Olaf Scholz, di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de ji rojnameya Koelner Stadt-Anzeiger re axivî.

Olaf Scholz, di nirxandina xwe ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê de got ku ew li dijî "aştiya sar " a li Ukraynayê ne û divê Ukrayna bi xwe şert û mercên aştiyê deyne pêş.

Scholz di dewama nirxandinên xwe de got ku "Divê Rusya fêm bike ku şer bi çêkirina "aştiya sar" nayê qedandin. Mînak bi çêkirina xeta eniyê ya heyî, sînoreke nû ya di navbera Rusya û Ukraynayê çêbûye.”

Olaf Scholz diyar kir ku ev yek dê destkeftiyên Rusyayê yên li ser axa herêmê rewa bike û got, "Berovajî vê, aştiyeke adil heye û şertê vê yekê jî vekişîna leşkerên Rusyayê ye. Divê ne em, Ukrayna şert û mercên ku dixwaze bide pêş û bi teşe bike."