image

PeyamaKurd – Li Amerîkayê 4 senatorên partiya Komarî ji bo wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken nameyekî şandin û di nameya xwe de xwestin ku Talîbanê bixin nav lîsta terorê ya biyaniyan.

4 senatorên partiya komarî Joni Ernst, Rick Scott, Tommy Tuberville û Dan Sullivan di nameyê de endîşeya xwe ya di derbarê Afxanistanê de ragihandin. Senator gotin ku biryara vekişandina ji Afxanistanê biryareka bilez û bê bifikirin hat dayîn. Vekişîna Amerîkayê di asayîşa welat de valahiyê çêkir û Talîbanê ji vê rewşê fêde kir û êrîşên ser hukumetê zêde kir. Hem Talîban ketiye kolanên Afxanistanê û li wan kesên ku bi Amerîkayê re hevkariyê kirine li wan digerin. Senator weha gotin:

“Em ji wan sîlihên pêşketî yên ku ji aliyê hêzên parastina netewî û ewlehiyê de ji bo Talîbanê hiştine, bi endîşe ne. Techîzatên leşkerî hêza Talîbanê ya leşkerî gelek zêde kir. Di rêvebiriya Talîbanê de serokê grûba Hakkanî Siracuddîn Hakkanî ji aliyê Talîbanê de weka wezîrê karên hundir hat tayin kirin. Dema em li hemû rewşê dinêrin, Talîban ji bo Amerîkayê teşkîl dike.”