image

PeyamaKurd -  Serhildêrên Komara Afrîka Navçe li eyaleta Ouhamê li navça Markoundayê leşkerên ku dewriye digeriyan ji bo wan kemînê danîn û di encamê de 4 leşkerên artêşê kuştin. Serhildêr (CPC) ji sala 2013an heya niha li hemberê artêşê şer dikin û heya niha bi hezarî kes hatine kuştin û bi milyonan kes ji ser war û cihên xwe rabûne.

Li Komara Afrîka Navçe grûbên bi navên Seleka, Anti-Balaka, 3R (Dagera Paşe, Daxwaz, Xwurtbûna ji Nûh de), Ji bo Aştiyê Yekîtî (UPC), OAC, Tevgera Welatperewer (MPC), Aretêşa Berxwedanê ya Xwedê (LRA) ji bo desthilata ciyên ku dewlemendiyên binaxê lê hene, şer dikin.