image

PeyamaKurd – Serkirdeyên Swêd û Fînlandiyayê, di derbarê memoranduma sê alî de, ya ku bi Tirkiyê re li ser pêvajoya endamtiya NATOyê îmze kirine, kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Di çarçoveya Lûtkeya NATOyê ya ku li Madrîda paytextê Îspanyayê hat lidarxistin de, di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de bi amadebûna serkirdeyên her sê welatan li ser proseya endamtiya Swêd û Fînlandê ji bo NATOyê memorandûmeke sê alî hat îmzekirin.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û da zanîn ku wan bi Tirkiyê re li ser NATOyê li hev kirine û got: “Em di navbera Swêd,Tirkiye û Fînlandê de gihîştin rêkeftinekê. Ev jî tê wê wateyê ku Tirkiye êdî qebûl kiriye me di NATOyê de statûya mêvan wergirtiye.”

Andersson eşkere kir, ev peyman ji bo gelê Swêdê bi qîmet e û got: “Li gorî min baş e ku em ji bo ewlekariya Swêdê û gelê Swêdê gihîştin vê peymanê.”

Di berdewamiyê de Andersson destnîşan kir, wan civîneke pir dirêj li dar xistine û destnîşan kir ku wan qanûna terorê ya ku dê di 1ê Tîrmehê de li Swêdê bikeve meriyetê tundtir kirine.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde jî diyar kir, piştî danûstandinên endamtiyê yên hefteya bê li Brukselê bên kirin, Swêd wê bi fermî statuya vexwendina NATOyê bistîne.

Herwiha Serokê Fînlandiyayê Sauli Niinisto jî li ser Twitterê parvekirinek kir û eşkere kir: “Memoranduma me ya hevbeş pabendbûna Fînlandiya, Swêd û Tirkiyê ji bo berfirehkirina piştgiriya xwe ya tam li dijî gefên li ser ewlehiya hev, radixe ber çavan. Bûyîna hevalbendê NATOyê wê vê pabendbûnê hîn xurtir bike.”

Niinisto got: “Fînlandiya wek endameke NATOyê wê bi temamî bi belge û polîtîkayên NATOyê yên têkoşîna li dijî terorê ve girêdayî be. Her ku em di têkoşîna li dijî terorê, îxracata çekan û radestkirina tawanbaran de hevkariya xwe pêş dixin, Fînlandiya bi awayekî xwezayî li gorî qanûnên xwe yên neteweyî xebata xwe didomîne. Ez gelek kêfxweş im ku ev qonax li ser rêya Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê temam kir. Naha li vir, li Madrîdê, ez li bendê me ku bi hevalbendên me yên paşerojê re li ser rola Fînlandiya di NATOyê de gotûbêjên berhemdar bên kirin.”