image

PeyamaKurd - Serokê berê yê îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) Yossi Cohen, gelek êrîşên ku Îsraîlê li dijî Îranê pêk anîne eşkere kirin ku kuştina serokê saziya nukleerî ya Îranê Muhsin Fexrîzade jî tê de heye.

Serokê berê yê MOSSADê Yossi Cohen di hevpeyvîneke li gel bernameyeke li ser Kanal 12 a Îsralî de eşkere kir, welatê wî berpirsê êrîşên dawî yên li dijî bernameya nukleerî ya Îranê û kuştina zanyar Muhsin Fexrîzade ye. 

Cohen hişyarî da, zanyarên din ên ku di bernameya nukleerî ya Îranê de kar dikin û got, ew ê bibin armanca êrîşên Îsraîlê.

Cohen diyar kir ku ew li ser nexşeya avahiyên nukleerî yên Îranê xwedî zanabûneke kûr in û got ku êdî sentrîfujên navendî yên Natanzê naxebitin, lê êrîşa ser kargeha Natanzê piştrast nekir.

Cohen li ser pirsa kuştina Muhsin Fexrîzade berpirsê sereke yê bernameya nukleerî ya Îranê got: “MOSSAD bi salan ew şopand û beriya kuştina wî di Mijdara borî de xwe gelek nêzî wî kir.”

Hêjayî gotinê ye, zanyarê îranî Muhsin Fexrîzade 27ê Mijdara 2020an li herêma Absardê ya li nêzîkî Tehranê di encama êrîşeke bi çekan a bi ser otomobîla wî de hatibû kuştin.

Dîsa Tîrmeha 2020an jî bi teqîneke mezin sentrîfujên pêşketî yên Natanzê hatin hilweşandin ku Îranê bi wê teqînê Îsraîl tawanbar kiribû. Herwiha Nîsana îsal jî teqîneke din pêk hatibû û ziyan gihandibû kargeha dewlemendkirina uranyumê.