
PeyamaKurd – Serokê Çînê Şî Cinpind, li ser ji nû ve hilbijartina Recep Tayyip Erdogan bo serokomariya Tirkiyeyê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokê Çînê Şî Cinping hilbijartina Erdogan pîroz kir û got, Tirkiye û Çîn du malbatên mezin in û xwedî berjewendiyên hevpar in.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Mao Ning jî ragihand ku Çîn Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji ber ji nû ve hilbijartina wî pîroz dike û diyar kir, “Pekîn girîngiyeke mezin dide pêwendiyên ligel Tirkiyeyê. Çîn dilxwaz e ku ji bo hevkariya stratejîk a pêwendiyên ligel Tirkiyeyê bigihîne lûtkeyên nû.”