image

PeyamaKurd – Hukmumeta Kolombiyayê ragihand ku serokê rêxistina Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiya (FARC) ê Gentil Duarte li ser axa Venezulayê di şerekî de hatiye kuştin. Duarte di nav FARC ê de yek ji wan serokan bû ku di peymana bi hukumeta Kolombiyayê re dev ji çekan bernedabû û bi navê xwe  yê din Miguel Botache Santillano dihat naskirin.

Wezîrê bergiriyê yê Kolombiyayê Diego Molano ragihand ku şer li eyaleta Zuliayê di navbera grûbên ku karê qaçax yên maddeyên hişbir dikin û grûbên terorîst de derketiye û Duarte di wî şerê de hatiye kuştin. Kuştina Duarte ji aliyê beşên îstîxbarata Kolombiyayê de hatiye piştraskirin.