image

PeyamaKurd – Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye diyar kir ku ew bi Îsraîlê re nêzî peymana agirbestê bûne û wan bersivên xwe dane Qeterê ku di vê mijarê de wek navbeynkar tevdigere.

Li ser hesabê Telegramê yê Hamasê daxuyaniya Serokê Buroya Siyasî ya Tevgera Îsmaîl Heniye ya derbarê agirbestê de cih girt.

Heniye got, "Tevgerê bersiva birayên xwe û navbeynkarên li Qeterê da. Em nêzî peymana agirbestê ne."

Yek ji karbidestên Hamasê ji Al Jazeera re got, danûstandin li ser dirêjkirina agirbestê, rêkeftinên ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê û pevguhertina girtiyan sekinîn.

Rayedarê navborî eşkere kir, her du alî wê jin û zarokan berdin û hûrgiliyên wê ji aliyê Qeterê ve bên ragihandin.