PeyamaKurd- Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, li ser îdiayên ku ku HUDA PAR “stûna siyasî ya Hîzbûlahê” ye axivî. Yapicioglu got, “Em ne berdewamiya Hizbûlahê ne, ne baskê wê yê siyasî ne, ne jî berdevkê wê ne.”
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) biryar da ku beşdarî Tifaqa Komarê bibe û di hilbijartinên Serokomariyê de piştgiriyê bide Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan.
Bi taybetî ji aliyê opozîsyona Tirkiyeyê ve îdiayên wekî “Partiya Hizbûlahê, lingê wê yê siyasî” li partiyê tên kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu, li ser pirsên, “Gelo tu pêwendiya we bi Hizbûlahê re heye? Ma hûn lingê siyasî yê Hizbulahê ne?” got ku
“Me ji sala 2012yan heta niha bi dehan caran bersiva vê pirsê daye. Ka em dîsa bersivê bidin. Bi gotineke gelek zelal bibêjim. Em ne berdewamiya Hîzbûlahê ne. Em ne mîrasgirên Hîzbûlahê ne. Em ne baskê siyasî û berdevkê Hizbûlahê ne.
Di navbera me û Hîzbûlahê de tu girêdaneke organîk tuneye. Niha em li heman welatî dijîn. Ji ber ku kesek bi sempatî li wî cihî dinêre lê bi sempatî li vî aliyî jî dinêre yan jî dema ku bi dilxwazî dengê xwe dide me, ev yek nikare bibe delîl.”