image

PeyamaKurd Li Tirkiyê bendava hilbijartinê, ji sedî 10an daket 7an û bi vê guherînê re gelek rapirsîn di derbarê partiyên siyasî de tên kirin. Li gorî rapirsiyan, dengên partiya deshilatdar AKP û hevkarê wê MHP roj bi roj rayên xwe wenda dikin û beramberî wê, li Bakurê Kurdistanê CHP bandora xwe zêde dike û wek her carê HDP û dengdêrên Kurd kirîtîk tên dîtin.

Li gor rapirsiyên dawî, rêjeya dengê tifaqa Cumhurê ku ji partiya desthilatdar Ak Partî û partiya netewperest MHPe pêk tê, dadikeve. Beramberî vê yekê, rêjeya dengê tifaqa Miletê ku serkêşiya wê CHP û Partiya ÎYÎ yê dikin, berew zêdebûnê ve diçe û HDP wek partiyeke krîtîk derdikeve pêş.

Li gorî serokê kompanyaya rapirsiyê MAKê Mehmet Alî Kulat, di rapirsiya wan ya dawî de rêjeya dengên AK Partî û MHPê têra deshilatbûnê nake. Helwesta dengderên Kurd dê encamên hilbijartinê biguherîne ji ber vê çendê jî HDP, partiyeke girîng e.

Serokê MAKê Mehmet Alî Kukat daye zanîn: “Di encamên rapirsiyên dawî yên ku me kirine de, Ak partî û MHP niha rêjeya ji sedî 50 +1 ya ji bo desthilatê pêwîst bi dest naxe. Niha rêjeya dengên her du partiyan ji sedî 38 e. Rêjeya giştî ya partiyên muxalefetê ji sedî 50î derbas dike. Lê rola HDPê girîng e. Bi alikariya HDPê, wê namzedê muxalefetê yê serokomariyê bibe serokomar. Ji ber vê çendê jî, rola dengderên Kurd gelek zêde ye di hilbijartinên bê de. Helwesta dengderên Kurd wê Serokomarê Tirkiyê jî bide diyarkirin.

Herwiha li gor rapirsiya kompanyeya PÎARê jî, taybetî rêjeya dengê partiya netewperest MHP kêm dibe û partiya deshilatdar AK Partî jî bandora xwe ya li Bakurê Kurdistanê wenda dike û eleqeya ji bo CHPê li bakur zêde dibe.

Serokê PÎARê Kadîr Atalay destnîşan kir: “Li gorî rapirsiyên me, rêjeya dengê MHPê navbera ji sedî 6 û 8ê de ye, rêjeya AK Partiyê jî navbera ji sedî 28 û 29ê de ye. Di demên dawî de, rêjeya dengên Partiya ÎYÎ zêde dibe û kesên ji AK Partî veqetiyane berê xwe didin vê partiyê û rêjeya dengê wê jî ji sedî 12ê derbas dike. Li bajarên Kurdan eleqeya ji bo CHPê zêde dibe û AK Partî lawaz dibe. Ji loma, CHP ji sedî 22ê derbas dibe. HDP jî rêjeya dengê xwe diparêze û niha ji sedî 11 ye. Ji partiyên nû jî dengên partiya DEVAyê zêde dibe û niha ji sedî 2 ye.”

Herwiha li gorî kompanyeya KONDAyê ya rapirsiyan jî her çiqas bendava hilbijartinê ji bo kêmkirina rêjeya dengê HDPê hatibe daxistin jî ger hilbijartineke pêşwext bê lidarxistin dê HDP ji sedî 15an zêdetir rêjeya deng bidest bixe. Ji ber vê çendê nexşerêya HDPê ya ku wê 27ê Îlonê de ji rayagiştî re parve bike ji aliyê pisporan ve girîng tê dîtin.