image

PeyamaKurd – Serokê milîsên Bedir ku hêza milîsên Heşda Şeibî ya herî mezin e, hişyarî li ser hilweşandina hêzên milîs da.

Serokê milîsên Bedir û Serokê Hevpeymaniya Fetih li Parlamentoya Iraqê Hadî Amrî, di helmeta bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên li Diyale de daxwaz kir, bi sîstem berevaniya xweber ango otomatîk û bi balefir piştevaniya artêşa Iraqê bê kirin.

Hadî Amrî da zanîn, mayîna Heşda Şeibî ji bo parastina Iraqê girîng e û destnîşan kir: ‘‘Planek heye ji bo hilweşandin an jî têkelkirina Heşda Şeibî ya li gel hêzên ewlehiyê û em ti carî rê ji wê planê re nadin.’’

Heşda Şeibî zêdetir ji 60 milîsên tayfeyî pêk tê, ku piştî têkşikestina artêşa Iraqê ya li hember DAIŞê, bi fetwaya merciya bilind a Şîeyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî ve hat avakirin.