
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wê 3ê Hezîranê roja Şemiyê li Parlamentoyê sûnd bixwe û wek 13emîn Serokomarê Tirkiyê dest bi kar bike. Di merasîma sondxwarinê de wê beşdariya navneteweyî jî hebe.
Tê payîn ku 20 serok û nêzî 45 wezîr ji bo merasîma sondxwarinê li Tirkiyeyê bin. Piştî merasîma sondxwarinê wê trafîka dîplomayê berdewam bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî wê ji bo merasîma sondxwarinê dê li Enqerê be.
Tê payîn ku Serokwezîrê Qeterê Al Sanî û Serokwezîrê Pakîstanê Muhammed Şehbaz Şerîf û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di lojmana ku ji bo serokên Meclîsê hatiye veqetandin de cih bigirin. Beşdariya Somalî, Cezayîr û welatên Balkanan wê di asta serokomar de be.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî wê 3-4ê Hezîranê li paytextê Tirkiyê be.
Stoltenberg hem wê beşdarî merasîma sondxwarinê bibe û hem jî ji bo lezkirina pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê bi Serokomar Erdogan re hevdîtinê pêk bîne.