image

PeyamaKurd - Serokerkanê Leşkeriya Îsraîlê Herzî Halevî bi daxuyaniyeke nivîskî daxuyand ku piştî nabera mirovî ku şer dane rawestandin, dê êrişan li Kerza Xezzeyê berdewam bike. 

 

Halevî daxuyand ku dê piştî bihevguhartina dîlgirtiyan û agirbesta mirovî êrişên xwe bidin destpêkirin û got: "Dema ku çarçove temam bibe, ji bo ku hemû dîlgirtî serbst bên berdan û Hamas bi temamî bê tasviyekirin, emê ji bo ku operayonên xwe bibiryar berdewam bikin, vegerin." 

Piştî 7ê Cotmehê, li ser hewldan û daxwazên navdewletî, Îsraîl û Hamasê ji bo bihevguhartina dîlgirtiyan û gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê, di 24ê Mijdarê de lihevkiribûn û biryara 4 roj agirbesta mirovî dabûn.