image

PeyamaKurd –Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley û serokerkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov li payîtexta Fînlandiyayê li Helsînkiyê hatin cem hev. Di rêwîtiya xwe ya Fînlandiyayê de serokerkanê Amerîkayê Mark Milley, behsa hûrayiya mijarê nekir lê berdevkê wî albay Dave Butler weha ragihand:

“Ev ji bo di navbera serokatiya leşkerî ya du welatan de ji bo kêmkirina rîskan û berlêgirtina pevçûnan û bo başkirina têkiliyan hedefa wane û hevdîtinekî nû ye. Her dû teref di nav xwe de lihev kirine ku behsa hûrgiliya mijarê nekin.”

Piştî Amerîka ji Afxanistanê vekişiya şopandina El Qaîde û IŞİD ê, parvekirina îstîxbaratan û eger pêwistbe peymanên li ser êrîşên hewayî bikin û ji bo xwe li welatên cîranên Afxanistanê yên weka Özbekistan, Kirgizistan û Tacikistanê xwe bicîh bikin, xebatên wan dewam dikin.