image

PeyamaKurd - Serokomarê herêma çiyayî ya Qerebaxê Samvel Chakramanian, piştî operasyona artêşa Azerbaycanê ya hefteya borî hilweşîna komarê ragihand.

Chakramanian biryarnameyek belav kir û eşkere kir, wê hemû sazî û rêxistinên hikûmetê ji 1ê Çileya 2024an ve ji holê rabin û dawî li Komara Qerebaxê were.

Artêşa Azerbaycanê 20ê Îlonê di operasyoneke 24 saetan herêma Qerebaxê bi temamî xistibû bin kontrola xwe û bi qasî 120 hezar welatiyên ermen ên Qerebaxê jî bi rêye ketine ku heta niha nêzê 70 hezarê wan derbasî Ermenistanê bûne.

Aliyê Ermenistanê koçberkirina neçarî ya ermenên Qerebaxê wekî paqijiya etnîkî dinirxîne û bang li civaka navdewletî dike.

Herêma Qerebaxê di nav sînorên fermî yên Azerbaycanê de cî digire, lê beriya niha ketibû kontrola Ermenistanê û Komara Qerebaxê hatibû ragihandin.

Dema ku Qerebax ketibû bin kontrola Ermenistanê, devera Laçîn a Kurdan jî hatibû valakirin û Kurdên herêmê ji neçarî derbasî nav Azerbaycanê bûbûn ku vê carê jî heman tişt tê serê Ermenên Qerebaxê.