image

PeyamaKurd – Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson piştî pêwendiya telefonî ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a derbarê endamtiya NATOyê de, got ku wê bi eşkere ji Erdogan re gotiye ku ew piştevaniyê li mayîna PKKê di lîsteya terorê de dikin.

Andersson ji televizyona tewletê SVT re daye xuyakirin, “Min destnîşan kir ku em bi hevkariya dijî terora navdewletî kêfxweş dibin. Min eşkere diyar kir ku em piştevaniya têkoşîna terorê û mayîna PKKê di lîsteya terorê de dikin.”

Herwiha li ser twitterê jî Andersson gotiye, ew bi pêwendiya ligel Erdogan a bo NATOyê kêfxweş e û li bendê ne pêwendiyên dualî yên têkoşîna terorê jî di nav de hevkariya xwe xurtir bikin.