
PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya Libyayê Ebdulhemîd Dibeybe, ji bo hilbijartinên 24ê Kanûna 2021ê serlêdana namzediyê kir.
Hat ragihandin ku Dibeybe bi xwe çûye Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û serlêdana bo hilbijartinên seroktiyê kiriye.
Dibeybe dema serlêdanê ragihandiye ku wê ji niha pê de li Libyayê şer çênebe û bibe dewleteke serwer a hevgirtî.
Hêjayî gotinê ye, Fermandarê artêşa niştîmanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter jî hefteya borî namzediya xwe ya bo hilbijartinên seroktiyê eşkere kiribû.