image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, bi sedema hatina Newrozê vîdeoyekî belav kir û Newroza temamê milletên ku Newrozê pîroz dikin, pîroz kir. Justin Trudeau, videoya xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de balav kir û got:

“Di sala nû de ji bo temamê Kanadayiyan em dahatûyekî ava bikin, werin em bi hevre bixebitin. Kanadayî minnetdarên wan milletane ku keda wan di avakirina Kanadayê de heye. Ji we re salekî xweş û tije tenduristî dixwazim.”

Trudeau, di 19 ê mehê de jî di ser hesabê xwe yê Twtterê de peyama pîrozbahiya Newrozê belav kiribû û gotibû:

“Weka her wextê Newroz civakan tîne cem hev. Salên xweşî ji bo we. Di sala pêşiya me de ji we re tenduristiyê, dilxweşiyê dixwazim.”