PeyamaKurd- Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti, bi rêya civîneke çapemeniyê ragihand ku li bakurê welêt nêzî 30 êrîşkarên bi çeken giran, êrîşên xwe yên li dijî polêsên Kosovayê berdewam dikin.
Di civîna çapemeniyê ya ku piştî Civîna Konseya Ewlekariyê ya Kosovayê hat lidarxistin de Kurti li ser kuştina polîsekî ya danê sibehê li bakurê welêt daxuyanî da.
Kurti diyar kir ku êrîşên li Keşîşxaneya Banjska û derdora wê ya ku polîs lê hat kuştin hîn jî dewam dikin û got, "Êrîşên li dijî polîsên me dewam dikin, herî kêm 30 leşkerên bi çekên giran, leşkerên profesyonel an jî polîs ji aliyê hêzên me ve hatine dorpêçkirin û ez wan vedixwînim ku radestî saziyên me yên ewlehiyê bibin."
Kurti, wêneyên kesên ku cil û bergên leşker û polîsan li xwe kirine, bi çekên giran û maşînên zirxî yên li Keşîşxaneya Banjska û derdora wê bi çapemeniyê re parve kirin û bal kişand ser wê yekê ku li Kosovayê çek û maşînên bi vî rengî tunene û wiha got:
“Em nizanin di hundurê keşîşxaneyê de çi heye, ev wêne ew in ku em li derveyî keşîşxaneyê dibînin. Ev kes bi îhtîmaleke mezin dikarin di avahî û xaniyên derdorê de bin, ji ber ku hemû ne li keşîşxaneyê ne û em nizanin ka ew li keşîşxaneyê ne yan çend in. Wekî ku tê dîtin ji bo fêhmkirina van unîformayên ku di nav wan de maşîneke zirxî û her wiha jeep jî hene, yekîneyên ewlehiyê û dozgeriyê lêpirsînê bimeşînin.
Hûn bala xwe didinê ku cebilxaneyek sîngê ya taybet bi unîforma û alavên qada şer heye. Rêxistineke rêxistinkirî derketiye holê ku hatiye li Kosovayê şer bike. Em îhtîmala ku koma çekdar ji Sirbîstanê hatibe dinirxînin.”