image

PeyamaKurd – Hilbijartina serokkomariya Îranê di 18 ê hezîranê de ye û şertên namzediya bo serokkomariya Îranê ji aliyê Konseya Parastina Makezagonê de hat guhertin. Bi guhertinê re gelek kes şansê namzediya xwe wenda kirin.

Li gor ragihandina televizyona dewletê ya Îranê; kesên ku bixwazin bibin nazedê serokkomariyê, divê temenê wan di navbera 40-75 salan de be, di karê dewletê de di asta bilind de herî kêm 4 sal xebitî be, xwendina xwe ya lîsansa bilind kiribe û hemwelatiyê Îranê be.

Ji bilî van şertan, berê di nav şertên namzetiyê de divê namzed girêdayê rejîmê be, xetayên namzed yên exlaqî û olî tinebin. Kesên ku berê leşker bûn, divê herî kêm rutbeya wî tumgeneral be. Parêzger, wezîr û şaredarên ku nûfûsa bajarên wan di ser 2 mîlyonan de bin dikarin bibin namzed.

Berteka li dijî qanûnê ji cepha reformîst hat. Berdevkê cepha reformist Azer Mensûrî weha got:

“Konseya Parastina Makezagonê bi sedema ku erkê danê, nikare hûqûqa bicîhkirinê îhlal bike. Ev teblîxa bo hukumetê hatiye kirin li dijî hûqûqê ye. Qanûn tenê ji aliyê meclisê de tên derxistin. Em bang li serokkomar Hesen Rûhanî dikin da vî qanûnî tetbîq neke.”

Kesê bibe namzed, bo namzediya wî qebûl bibe, divê ji Heyeta Kontrolê ya di bin sîwana Konseya Parastina Makezagonê îznê bistîne.