
PeyamaKurd – Namzedê Serokkomariya Tirkiyê yê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan ku bi wergirtina %5,17yê dengan hişt ku hilbijartina serokomariyê bimîne gera duyem, daxuyaniyeke ji 11 xalan pêk tê belav kir.
Ogan dibêje ku bi namzedbûna wî re wan rê li ber HDP û HUDA PARê girtiye ku di siyaseta Tirkiyeyê de, bibin xwedî roleke kilît û diyar dike, “Me rê neda ku HDP û HUDAPAR siyaseta Tirkî dîl bigirin.”
Sînan Ogan ku bixwe ji Partiya Netewerperest MHPê cuda bûye, li ser bazariyên gera duyem û plana xwe li ser Twitterê 11 xalk belav kirin.
Ogan got, “Me dengdêrê neteweperestê Tirk ku wek yedek dihat dîtin, dîsa xiste navenda siyasetê.”
Ogan dibêje, ew dikarin rojeva sereke ya hilbijartinên serokomariyê diyar bikin û diyar dike, “Me wisa kir ku berbijêrên ku derbasî gera duyem bûne xwe bi gotinên me ve girê bidin.”
Hin xalên ku Ogan destnîşan kirine wiha ne:
“Me Neteweperestiya Tirkî û Ataturkîbûn kir yek rojevên sereke yên welêt.
Me dengdêrê neteweperestê Tirk ku wek yedek diha dîtin, dîsa xiste navenda siyasetê.
Me rê vekir ku girseya dengdêrên neteweperest ê xurt li Tirkiyê bê dîtin, vê helwestê hîşt ku girseya neteweperest berfireh bibe.
Me wisa kir ku berbijêrên ku derbasî gera duyem bûne xwe bi gotinên me ve girê bidin, me dît ku siyaseta ku 'naxwaze me li ber çavan bigire' û 'hewceyî hejmartinê jî nabîne' ev tevgera me dest pê kiriye hesab dike.
Me rê neda ku HDP û HUDAPAR siyaseta Tirkî dîl bigirin.
Me di mijarên wekî xalên destûrê yên nayên guhertin, li ser Tirkbûnê hişyariyek ava kir.”
Sînan Ogan ligel van daxuyaniyan jî hîn biryara xwe ya piştevaniya namzedên gera duyem ên hilbijartina serokomariyê eşkere nekiriye, lê piştî hilbijartina 14ê Gulanê bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re civiyabû.