
PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak, wezîrê berê yê darayî û siyasetmedarê Partiya Muhafazakar Nedîm Zehawî bi hinceta ku di karên xwe yên bacê de Yasaya Wezîran binpê kiriye ji kar dûr xist.
Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak ferman dabû ku dosyeya Nedîm Zehawî ya dema wezîrtiya Wezareta Darayî were lêkolînkirin ku bi rapornekirina hinek dahata xwe hatibû tohmetbarkirin û sala borî li xeletiya xwe mikur hatibû û cezayê pere dabû dezgeha bacê.
Li gorî medya Brîtanî Zehawî ji bo çareserkirina dosyayê ligel daîreya bacê, gelek pere daye Rêveberiya Dahat û Gumrikê ya Brîtanyayê û lêpirsîn derbarê wî de hatiye destpêkirin ku di parlamentoyê de jî lêpirsîneke berfireh li ser hatiye kirin.
Serokwezîr Rishi Sunak jî ji ber berdewama lêkolînê îro 29ê Çile nameya dûrxistina ji kar ji Zehawî re şand ku opozîsyonê zext lê dikir.