image

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Mehcebe yê rojhilatê Derayê kesên nesnas gule li kesekî ku berê polîsê rejîma Sûriyê bû reşandin û ew kuştin.

SOHRê diyar kiriye ku li gorî gotinên xelkê bajarokê Mehcebeyê, ew kesê hatiye kuştin, beriya niha polîsekî hikumeta Şamê û hevkarê saziyên "ewlehiyê yên bi ser hikumetê ve" bû.

Li gorî SOHRê, ji destpêka Çileyê ve 278an êrîş li bajarê Dera yê di bin kontrola rejîmê de 233 kes hatine kuştin ku ji wan 116 kes sivîl in.