image

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro 25ê Tîrmehê roja Yekşemê li Şam a paytexta Sûriyê teqîneke mezin çêbûye.

SOHRê ragihandiye ku li Şamê teqîneke mezin çêbûyê, lê nayê zanîn bê teqîn di encama êrîşeke Îsraîlê de pêk hatiye. SOHRê diyar kiriye ku heta niha ti agahî derbarê teqînê de nehatine bidestxistin.

Çavkaniyan diyar kiriye ku dengê teqînê herî zêde ji başûrê Şamê hatiye bihîstin.

Herwiha SOHRê bibîr xistiye ku 22yê Tîrmehê jî Îsraîlê êrîşê binkeyên komên Hizbullahê yên li balafirgeha leşkerî ya El Deba û binkeyên leşkerî yên rojhilat û rojavayê Hûmsê kirine.