image

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygû da xuyakirin ku wan herêma Luhansk a navê Komara Luhanskê lê kirine, xistiye kontrola xwe.

Li gorî nûçeya Rûsya Today Wezareta Berevaniya Rûsyayê daye xuyakirin: “Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Soygû, fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Fedrasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agahdar kir ku komara Luhansk hate rizgarkirin.”

Berî niha jî wezaretê dabû xuyakirin, hêzên wan bajarê Lysichansk ê komara Luhanskê dorpêç kirine û di hundirê bajêr de şer rûdide.

Luhansk û Donetsk girêdayî herêma Donbass a Ukraynayê ne û Rûsyayê piştî ku her du dever wekî rêveberiyên nû yên komarî nas kiribûn, dest bi êrîşa dagirkirina Ukraynayê kiribû.