image

PeyamaKurd – Li ser pêşdeçûnên dawiyê yên di navbera Rûsya-Ûkrayna de, wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê ragihand ku şert û mercên heyî zorê didin Rûsya û Belarûsê da xwe ji bo şer amade bikin. Heman şert û merc zorê didin yekîtiya dewleta Rûsya-Belarûsê da şiyanên xwe yên berxwedanê xwurt bikin û yekîneyên wan tedbîrên ji bo amadebûna şer zêde bikin.

Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Şoygu berya li Moskovayê bi wezîrê bergiriyê yê Belarûsê Viktor Hrenin re bicive ragihand ku Belarûs ji bo Rûsyayê hevparekî stratejîke, dosteki nêz û hevkare.

Wezîr Şoygu ragihand ku di bin şertên tenha yên zor û şerê ku nehatiye ragihandin de, balê kişand ser pêşdeçûna hevkariya leşkerî ya di navbera Rûsya û Belarûsê û Rûsya girîngiyê dide afirandina seha hevpar ya berevaniyê. Şoygu balê kişand ser rewşa li Ûkraynayê û tevgerên welatên NATO yên li ser sînorê wan yê rojava û weha got:

“Şert mecbûr dikin ku yekîtiya dewleta Rûsya-Belarûsê bergiriya we xwurt bike, yekîneyên yekîtiya xwe û sîstema hevpar ya parastina hewayî ji bo şer zêdetir amade bike û divê tedbîrên hevpar bistîne. Ev kirin her diçe bêhtir dibe guncaw. Terefê Rûsyayê ji bo dostê xwe Belarûsê amade ye ku her destekê bide.”