image

PeyamaKurd- Hilbijartinên Herêmî yên li Spanyayê ku 35,1 milyon hilbijêr lê qeydkirî ne, bi 12 rêveberiyên xweser û 8 hezar û 131 endamên meclîsa şaredariyan, di 28ê Gulanê de diçe hilbijartinan.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Spanyayê 12 ji 17 hikûmetên xweser (Aragon, Asturias, Giravên Kanarya, Giravên Balearic, Cantabria, Castilla La Mancha, Madrid, Valencia, Extremadura, La Rioja, Navarra û Murcia), hilbijartinên ku dê li bajarên xweser ên Ceuta û Melilla û li 8 hezar û 131 şaredariyan bên kirin, dê di dîroka siyasî ya welêt de bibe şahidê gelek yekemîniyan.

Di agahiyên ji qada siyasî yên Spanyayê hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Partiya rastgir Vox ku niha sêyemîn partiya herî mezin a siyasî ya li welêt e û li gorî hilbijartinên dawîn ên sala 2019an lîsteya namzetên meclîsên şaredariyan ji % 260 zêde kir û partiya EH Bildu ya li herêma Baskê kar dike 37 kes destnîşan kir.

Her wiha hat eşkerekirin ku li Spanyayê cara yekemîn partiyeke siyasî bi lîsteya namzedan ku bi tevahî ji misilmanan pêk tê beşdarî hilbijartinan dibe.

Partiya siyasî ya bi navê "Tevgera Rûmet û Hemwelatîbûnê" (MDyC) ku ji sala 2014an vir ve li Ceutayê xebatên xwe dimeşîne û niha di parlementoya 25 kursî de xwediyê 2 parlementeran e, cara pêşîn lîsteya namzedên xwe ji welatiyên bi tenê misilman hilbijart.