image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di paneleke di çarçoveya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê de, axivî.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li ser pirsa pirsgirêkên navbera hikûmeta navendî ya Iraq û Herêma Kurdistanê got ku di navbera Bexda û Hewlêrê de kêşeyên sîyasî tune ne.

Sûdanî diyar kir ku ti kêşeyeke siyasî nîne lê pirsên hiqûqî û darayê hene û Herêma Kurdistanê di projeyên aborî de sûdê dide tevahiya Iraqê.