image

PeyamaKurd –  Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diyar kir, Iraq wê her tim stûna aramî, ewlehî û bextewariyê bimîne.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ji bo Cejna Netewî ya Iraqê peyamek pîrozbahiyê parve kir.

Sûdanî balkişand li ser wê yekê ku Iraq wê bibe stûna îstiqrar, ewlehî û bextewariya cîhanê û got: Iraq pireke ku şaristanî û çandan li hev dicivîne.

Serokwezîrê Sûdanî diyar kir, Iraqî wê wek her carê li dijî tarîtî û paşverûtiyê rawestin.

Dema ku Brîtanyayê di 3ê Cotmeha 1932an de serweriya xwe ya li Iraqê bi dawî anî, ev roj wek roja neteweyî ya Iraqê hat destnîşankirin.