image

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, di derbarê pereyên ku bi qaçaxî ji Iraqê hatibûn derxistin de daxuyaniyek da û diyar kir ku hinek pereyên ku ji welêt hatine dizîn, wan bi şûn de hanîne.

Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî, li paytexta Iraqê ya Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku wan hinek pereyên welêt ên hatibûn dizîn paşve girtine û bi pereyên ku hatine desteserkirin re wêneyek parve kir.

Sûdanî di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku ew ê navên kes û kompaniyên ku serweta Iraqê digihînin derveyî welêt, bi raya giştî re parve bikin û dolar û dînarên ku hatine bidestxistin di destên xwe yên rast û çep de nîşan dan.

Her wiha Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku wan 182 milyar dînar şûnde girtine û 3 trîlyon dînar jî hatiye dizîn.

Beriya niha hatibû ragihandin ku li Iraqê 2,5 milyar dolar ji depoyên bankayê yên girêdayî Daîreya Giştî ya Bacê, ji bankayeke dewletê hatiye dizîn.