image

PeyamaKurd – Parlamenterê Meclisa Sûriyeyê Alî Odeh El Cadan îdia kir ku Sûriyeyê bi rêya Rûsyayê ji Tirkiyeyê re peymana lihevkirinê şandiye û civîna li ser asta wezîrên karên derve bi qebûlkirina şert û mercên vê peymanê ve girêdayî ye.

Cadan got: "Berî ku em civînekê li ser asta wezîrên derve li dar bixin, pêwîst e em li ser çend xalan wek pêngaveke destpêkê li hev bikin."

El Cadan derbarê mijarên ku divê bên çareserkirin de ev tişt anî ziman:

"Daxwaza vekişîna bi temamî ya Tirkiyê ji xaka Bakurê Rojavayê Sûriyê, radestkirina van deveran ji bo Artêşa Sûriyê ya Erebî û vegerandina dewleta Sûriyê bo ser axa ku ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatiye dagirkirin û kontrolkirin." Herwiha diyar kir, ji bo civîneke di asta derve de pêk were, divê şert û mercên ku pêşkêşî Tirkiyeyê kirine bên qebûlkirin.

“Me bersiv ji peymanê wernegirt”

El Cadan hilbijartinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û AK Partiyê wekî çarenûsa Serokomarê Tirkiyê û AK Partiyê bi nav kir û got, aliyê Tirkiyê hewl dide ji bo mebestên hilbijartinan dem qezenç bike.

El Cadan got, "Em ne qertek ku AK Partî bi kar bîne ne, em dewleteke serwer in û divê em axên me yên hatine dagîkirin vegerînin." Peymana ku li ser esasê 'Di siyasetê de dost û dijminên mayînde nabe' hatiye avakirin.

Herwiha got, Sûriye dixwaze tevahiya sînorê bi Tirkiyê re vegerîne bin kontrola xwe û îdia kir, Şamê tu bersiv nedaye peymana lihevkirinê ku bi rêya Rûsyayê ji Tirkiyê re hatiye şandin.