image

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Suriyeyê ve hat ragihandin ku di bûyera noqaviyê ya koçberan a li peravên Suriyeyê de hejmara qurbaniyan gihîştiye 73yan.

Duh bişev, peravên bajarê Tertûsê keştiyeke koçberan noqî avê bûbû û di encamê de bi dehan kes fetisîbûn.

Ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê yê Sûriyeyê Hesen Xebaş ve daxuyaniyek bi rêya ajansa AFPê hat dayîn û hat ragihandin ku hejmara koçberên ku li nêzîkî peravên Tertûsê canên xwe ji dest dane, gihîştiye 73 kesan.

Li gorî agahiyên ji aliyê Wezîr Hesen Xebaş ve hatin dayîn, piştî bûyerê nêzîkî 20 koçber hatine rizgarkirin û li Nexweşxaneya Basil a li Tertûsê tên dermankirin.

Li ser mijarê, duh jî Rêveberê Giştî yê Benderên Sûriyeyê Samir Qibrisli ragihand ku ew koçber ji Lubnanê bi rê ketine û hinek ji qurbaniyan jî welatiyên hin welatên din in.