image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di şerê li Dera ya Sûriyê ku di navbera hêzên rejîmê û komên çekdarên opozîsyonê de berdewam dike sivîl jî di nav de 28 kes hatine kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku di 24 saetên dawî de, ji ber topbarana bi moşek û çekên giran a ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarokê Yadûde yê Derayê 11 sivîl hatine kuştin ku 5 ji wan zarok in.

Herwiha di şerê her du aliyan de, 9 çekdar û 8 endamên hêzên rejîma Sûriyê hatine kuştin ku ji ber rewşa gelek birîndaran xeter e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir jî bibe.

Li gorî zanyariyan çend saetên dawî li parêzgeha Derayê aramî çêbûye, lê dem bi dem li gelek herêmên bakur û rojhilatê Derayê gule têne reşandin.

SOHRê doh 29ê Tîrmehê jî ragihandibû ku piştî danûstandinên bi navbeynkariya Rûsyayê hêzên rejîmê ji hinek bendên kontrolê û nuqteyên xwe yên li gundewarê Derayê vekişîyane ku encamên wan danûstandinan jî hîn nehatine eşkerekirin.