image

PeymaKurd – Hat ragihandin ku di demên dawî de, bi taybet jî bi sedema ku Amerîka alîkariya çekên pêşketî dide Ukraynayê, îhtimala rûbirûbûna hêzên Rûsya û Amerîkayê li Sûriyê jî derketiye holê.

Li gorî zanyariyan rageşiya li nav Sûriyê zêde bûye, hêzên asmanî yên rûsî demek berê êrîşek li nêzîkî baregeha Al Tenef a hêzên hevpeymaniya navdewletî û Amerîkayê tê de ne û nêzîkî sînorê Urdinê ye, kiriye.

Amerîka li baregehê perwerdeyê dide hêzên herêmî ji bo têkoşîna dijî DAIşê.

Hat zanîn ku Rûsyayê beriya wê êrîşê, aliyê amerîkî agahdar kiriye ku ew êrîş li dijî aliyên êrîşî hêzên rejîma Sûriyê kirine tê encamdan.

Rayedarekî leşkerî yê Amerîkî daye zanîn ku di êrîşa nêzîkî baregeha Tenefê de, balafirên SU-35 û SU-25 hatine bikaranîn û piştî rabûna F-16ên Amerîkayê balafirên rûsî herêma baregeha Tenefê terikandine.

Beriya niha Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Michael Erik Kurilla li ser îhtimala rûbirûbûna bi hêzên rûsî re gotibû, ew ê ji bo rageşî kêm bibe hemû hewldanan bikin.

Li gorî nirxandinan, niha ji ber şerê Ukraynayê û alîkariya çekan a Amerîkayê, metirsî heye ku li nav Sûriyê hêzên herdu welatên zilhêz rûbirûyî hev bibin û pevçûn çêbibin.