
PeyamaKurd – Di çend rojên dawî de, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê yên opozîsyona Sûriyê ya bi navê Artêşa Niştimanî û Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) li dorûbera Helebê şerê hev dikin.
Li gorî zanyariyên xwecihî heta niha ji herdu aliyan jî kuştî û birîndar hene.
Derbarê sedema wî şerê tê kirin de, rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek belav kiriye ku tê de dibêje, sedema şerê navbera komên Artîşa Niştimanî û yên HTŞê kontrolkirina deriyê Hemran e ku qezencên darayî, leşkerî ji wir wergirin.
Li gorî nûçeyê, herdu alî jî dixwazin bi rêya qezenca darayî cihê xwe li bakurê Helebê xurt bikin.