image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîkdad li Şamê bi hevtayê xwe yê Îranî Huseyîn Emîrabdullahiyan re civiya.

Mikdad got ku ew ji bo pevçûneke muhtemel a bi Îsraîlê re û parastina axa xwe amade ne. Herdu wezîran herwiha li ser gavên ku wê di derbarê piştgiriya ji bo Filistînê de bên avêtin jî gotûbêj kirin. Her wiha got, “Sûriye bi salan li dijî dagirkeriya Îsraîlê şer kiriye û em amade ne ku careke din şer bikin. Lê em ê li ser dem û formê biryarê bidin."

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê diyar kir ku dawîkirina rewşa li herêmê yek ji xebatên herî girîng e û got, "Sûriye amade ye berdêla van operasyonên rizgarkirinê bide."

Wezîrê Îranê Ebdullahiyan got:

"Eger Amerîka di îdiaya xwe de rast be ku hewla berfirehkirina qada şer li navçê nade, divê dest ji piştgiriya Rejîma Siyonîst berde. Eger Amerîka dest ji piştgiriya Rejîma Siyonîst berde, ev rejîm nikare şer berdewam bike. rojek din li dijî Xezzeyê.”