image

PeyamaKurd Di dema li benda çira kesk a ji bo serlêdana endamtiya NATOyê de, Swêdê ragihand ku bi NATO û welatên endam re dest bi amadekariyên operasyonên hevpar kirine.

Serokwezîr û wezîrê berevaniyê yê Swêdê diyar kirin, welat dikare rê bide hevpeymaniyê ku baregehên xwe li ser xaka xwe ava bike, bêyî ku bibe endamê NATOyê.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û Wezîrê Parastinê Pal Jonson di gotareke hevpar a ku di rojnameya Dagens Nyheter de hat weşandin de wiha got: "Hikûmetê biryar da ku dest bi amadekariyên Hêzên Çekdar ên Swêdê bike da ku di pêşerojê de ji aliyê welatên endamên NATO û NATOyê ve operasyoneke hevpar pêk bînin."

Di gotarê de hat gotin, "Dibe ku amadekarî bi cihkirina demkî ya alav û personelên biyanî li ser axa Swêdê bin. Ev biryar sînyalek eşkere ji Rûsyayê re dişîne û parastina Swêdê xurt dike."

Di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser wê yekê ku Rûsya wê di demeke nêzîk de ji bo welatên cîran bibe metirsî û hate gotin ku ne diyar e ka daxwazên axa Serokê Rûsyayê Vladimir Putin çiqasî berfireh bûne.

Di demekê de ku Swêd jî wek welatên Baltik û Fînlandiyayê li bendê bû ku bikeve bin sîwana parastina NATOyê, Ukraynayê ji bo vegerandina herêmên dagirkirî yên Rûsyayê dest bi êrîşeke dijber kir.

Swêd bi cîrana xwe Fînlandiyayê re serlêdan kir ku bibe endama tam a NATOyê, piştî êrîşa Rûsyayê ya sala borî ya Ukraynayê, lê ji aliyê Tirkiye û Macaristanê ve hat vetokirin.

Tevî ku Fînlandiya di meha Nîsanê de bû endam jî, hîna tevlîbûna Swêdê pêk nehatiye. Rêveberiya Stockholmê beriya Civîna Bilind a NATOyê ku wê meha bê li Lîtvanyayê bê lidarxistin, ji bo endamtiyê li benda ronahiya kesk e.