PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliyê rojnameya Aftonbladetê ya Swêdê ve hat parvekirin; hikûmeta Swêdê, rayedarên Tirkiye û Finlandiyayê, ji bo hevdîtinan vexwendiye.
Ji ber ku Rusyayê li dijî Ukraynayê şer daye destpêkirin, Swêd û Finlandiyayê serlêdana NATOyê kiribû da ku bibin endam. Lê ji aliyê Tirkiyeyê ve nerazîbûn hatibû nîşandan û piştî guftûgoyên hatibûn kirin, Tirkiyeyê biryara xwe ya vetoyê betal kiribû.
Li ser vê mijarê, rojnameya Aftonbladetê ku li Swêdê cihekî girîng digire, amaje pê kir ku rayedarên Finlandiya û Tirkiyeyê, hatine vexwendin û ev hevdîtin dê di hefteya pêş de werin kirin. Hat ragihandin ku di van hevdîtinan de dê pêkanîna mekanîzmaya venêrînê ya welatan were nirxandin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku hevdîtin dê di 26ê Tebaxê de bê kirin û dê di şanda Tirkiyeyê de Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Sedat Onal cih bigirin.