image

PeyamaKurd – Piştî desthilata Afxanistanê ket destê Talîbanê bi mîlyonan Afxanî ji welatê xwe direvin û di ser Tirkiyê de diçin welatên Awrûpayê. Tirkiye di sala 2022 an de 41.492 koçberên Afxanî paşde şandiye welatê wan Afxanistanê. Rêvebirên Talîbanê wê ji bo rewşa penaberan yên li Tirkiyê heyetekî bişîne Ankara.

Ragihandina şandina heyetê ji aliyê ajansa fermî ya Afxanistanê Baxtar de hat kirin û cîgirê wezîrê multeciyan û dagerê yê Afxanistanê Arsalan Harotay ji bo ajansê gotiye wê heyetekî bişînin Tirkiyê û weha dewam kiriye:

“Ev heyet ji bo dagera koçberên Afxanî, zahmetiyên wan û pirsgirêkên wan yên li Tirkiyê, wê bi hûrayî bi Tirkiyê û koçberan re hevdîtinan bike.”