image

PeyamaKurd – Hêzên Talîbanê hewl didin ku 3 bajarên mezin yên li başûr û rojavayê Afxanistanê ji hukumeta Kabîlê bistînin. Talîbanê ragihand ku hinek beşên bajarên Herat, Leşker Gah û Qandahar ê xistine destê xwe. Piştî temamê hêzên biyanî heya êlûnê dê ji Afxanistanê vekişin, Talîbanê bilez ket nav tevgerê û gelek ciyan xistiye destê xwe.

Parlementerê Qandaharê bo BBC yê ragihandiye ku talûka ketina bajêr heye, bi deh hezaran kes hatine derxistin û her wext îhtîmala krîza mirovî heye. Gul Ahmed Kamîn, gortiye her diçe rewş xerab dibe û şerê niha li bajêr dibe ji temamê şerên 20 salan xerabtire.

Kemîn gotiye ku Talîban dixwaze Qandaharê bike payîtexta demkî û girîngiyeka taybet dide vî bajarî. Di pey Qandaharê de 5 an 7 dever jî dê bikevin destê Talîbanê.

Peymanêrê Tolo Newsê yê li Heratê gotiye ku Talîban ji başûr de ketiye nav bajêr. Li 5 noqteyan şer dewam dike. Hêzên Amerîkayê nêzî balafirgehê bo deverê paşde bistînin destekê dide hêzên hukumetê.

Li başûr li herêma Helmandê li payîtexta wê Leşker Gahê Talîban 2 km nêzî bajêr bûye. Hukumetê êrîşa Talîbanê ya şevê asteng kiriye.