image

PeyamaKurd-Rêveberiya Talîbanê, biryara xwe ya di derbarê kenalên televîzyonê de derbasî jiyanê kir. Li gorî vê biryarê, êdî dê li Efxanîstanê hem pêşkêşvanên jin hem jî mêvanên jin, neçar bin ku ser û rûyê xwe bipêçin.

Hat ragihandin ku Rêveberiya Talîbanê ferman dabû ku hem pêşkêşvanên jin hem jî mêvanên jin ên ku beşdarî bernameyên kenalên televîzyonê bibin, divê ser û rûyê xwe bigirin. Di weşanên îro de hat dîtin ku jin bi awayekî pêçandî derketin pêşberî temaşevanan. Rojek beriya niha, hinek jinên pêşkêşvan ên ku li dijî vê biryarê derketibûn, li hember ekranê tenê serê xwe girtibûn.  

Jineke pêşkêşvan, ragihand ku wê li dijî vê biryarê gelek li ber xwe daye lê belê ew rastî pêkutiya rêveberiya televîyonê hatiye. Di kenalên televîzyonê yên TOLOnews, Arîana, Shamshad û 1TV de jinên pêşkêşvan îro bi awayê pêçandî bernameyên xwe pêşkêş kirin.