image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî 15 salan cara ewilî serena Mala Cemê ya Elewiyan kir. Erdoğan çû Mala Cemê ya Huseyn Gazî. Erdoğan bi pîrên elewiyan ra civiya û fetara meha Muharremê bi wan re kir. Bi Erdoğan re cîgirê wî Fuat Oktay, wezîrê karên hundir Süleyman Soylu, wezîrê rewşenbiriyê Mehmet Nuri Ersoy hebûn.

Erdoğan cara ewilî di sala 2007 an de di wexta serokwezîr bû seredana Mala Cemê ya Kazlıçeşmeyê kiribû ku di navberê de 15 sal derbas bûye.

Di van 2 hefteyên dawiyê de ev sê care ku hinek hêzên tarî û reş li hemberê elewiyan êrîşan dikin û davêjin ser mala wan ya ayînî ya Cem ê.